Bawerî

Rîspiyê Civakê: Mamkî Kosa

Hugo Grothe di destpêka sedsala 20an de çûye gundê Kırkırsakê û bi Mamkî Kosa re hevpeyvînek kiriye. Wî heyraniya xwe ji bo pergala "Bajarê Razîbûnê" aniye ziman. Wê pergalê Mamkî Kosa li gund ava kiriye. Pêşkêşvana televîzyonê Elif Tabak sed sal şûnda serdana heman gund kiriye û gelê gund guhdarî kiriye. Çima Grothe bi heyraniyek wisa qala Mamkî Kosa kiriye? Elif Tabak a ku gel guhdarî kiriye û lêkolîn kiriye, çavdêrî û encamên xwe bi me re parve kir.

7ê hezîrana 2026an5 dk
Rîspiyê Civakê: Mamkî Kosa
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Mamkî Kosa. Portreya Ali Haydar Ülger."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Köln"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak di navbera salên 2017 û 2026an de ji bo Can TVyê bername amade û pêşkêş kiriye. Wê li Elbistan, Pazarcık, Afşîn, Sarız, Gürün û Kürecikê di nav gundên Kurdan geriyaye û bernameyên li ser ziyaretan, ewliyayan, tirb û hozanan tomar kiriye. Wê ev xebat li London û Kolnê jî domandiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak di nav salan de bîrekê girîng derxistiye. Me bîranînên Tabakê guhdarî kiriye. Êdî bîranînên wê ne tenê bîranînên kesekê ye. Ew bûne bîranînên herêmê. Ji ber ku çûye gelek gundan û bêhejmar kesî guhdarî kiriye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Pêşî, em li ser Mamkî Kosa û tirba wî axivîn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"TIRB LI OBÊ ŞIXON E"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak diyar kir ku Tirba Mamkî Kosa li gundê Obê Şixon ê gundê Kirkisrakê ye (Sariz) û du neviyên wî li xizmeta tirbê dibînin. Yek ji wan Hasan Akyol e. Tabakê pê re axiviye. Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"\"Dema ku peyva 'tirb' hate gotin, min Memo Babayê Kaşanliyê û Olî Quteyê Pazarcikê fikirî. Ez çûm Kirkısrakê û piştî guhdarîkirina mirovan, min bi tevahî rastiyekê cûda dît.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780816100073-2fc1c38d-5099-4bce-81b9-7000349bfccd.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Dîmenek ji erdnîgariya Kırkısrakê..."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Elif Tabak vê rastiyê wiha tarîf dike:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Mamkî Kosa mirovekî pir jîr bûye. Gel ji ber jiyana wî û pergala ku wî li gund danîbû, wî wek ewliyayekî hez kiriye. Pergala wî çawa bûye?"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Wî li Obê Şixon jiyaneke hevbeş ava kiriye. Bo nimûne: Zeviyan her kesî bi hev çandiye û bi hev re berhev kiriye. Genim li yek cihî kom kirine. Her kesî bi qasî ku pêwîstiya wî pê hebûye genim an ard girtiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Xwedî kirina ajalan jî her wisa... Bo nimûne: Pezê tu kesî tune bûye, pez ya her kesî bûye. Şîrê pez û berhemên şîr (penîr, mast, an rûn) li yek cihî berhev kirine. Her kes diçûye û bi qasî ku pêwîstiya wî pê hebûye digirtiye. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Kesê ku ev şêwaza jiyanê pêşniyar kiriye, gel qanî kiriye, vî karî organîze kiriye û pêk aniye Mamkî Kosa bûye.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak dibêje ku avakirina jiyaneke civakî ya bi vî rengî karekî cidî yê aqilmendî ye û divê têgeha \"Elewiya Rastîn\" (Heqîqatî) ev be."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"HEVALBENDIYA WÎ Û OLÎ KOMIKE"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak dibêje Mamkî Kosa bi gundên derdorê re dostaniyên pir hêja daniye û mînaka jêrîn parve dike:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Hasan Akyol dostaniya di navbera kalikê xwe Mamkî Kosa û helbestvan Olî Qamikeyê ji Alxasê mînak da. Wî her wiha helbesta Olî Qamike, 'Bi xêr hatin, ewliyayên rastîn' ji me re xwend."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Piştre, ez ji Mehmet Kömür hîn bûm ku Olî Qamike helbestvan Ali Haki Edna bûye. Mehmet Kömür her wiha pirtûkek bi navê 'Ali Haki Edna Divanı' (Dîvana Elî Hakî Edna) çap kir ku tê de jêrenotên xwe yên hêja cih digirin.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780816403886-9fd611ac-a34b-47c0-bcff-4f88d1bac66b.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Pirtûka ku Elif Tabak qal dike ev e. Mehmet Kömür: Ali Haki Edna Divanı; 2007/Konstantinapol"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"LÊKOLÎNA MEHMET BAYRAK"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Rojekê Nivîskar Mehmet Bayrak çûye Londonê û beşdarî semînerekê bûye. Bayrak li ser ekola Elewiya Rastîn axivî ye û wekî mînak Mamkî Kosa nîşan daye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Wî gotiye: Hugo Grothe bi asîstanên xwe li Anatoliyê lêkolînan kiriye û rojekê derbasî Kirkisrakê jî bûne û li wir Mamkî Kosa naskirine. Elif Tabak dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Ew bûne şahîdê jiyana komunal a ku li Obê Şixon hatiye ava kirin. Ew jiyan jî bi serkeşiya Mamkî Kosa ava bûye. Grothe gotiye: "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Hûn 200 sal li pêş Ewropiyan jiyan dikin.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780819848643-bd1afe6e-c9a0-44a0-ba4e-bcceda88c6e0.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Mehmet Bayrak nivîskarê pirtûka \"İç Toroslar'da Alevi-Kürt Aşiretler\" e. Rûpela 166an hevdîtina Grothe û Mamkî Kosa cih girtiye. Grothe, Mamkî Kosa wisa tarîf kiriye: \"Gundiyekî 50 salî... Li gundê Kızılbaş ê Kirkisrakê, bê dudilî bersiva her pirsa min da. Ew xwedî kesayetiyek bibawer û jîr bû. Li ser rûyê wî xêzên kûr hebûn ku îfadeyek cidî dida. Lê di çavên wî de rengekî henekî û zindî jî hebûn. Li Rojhilatê dema ku dor tê ser mijarên olî pir neasayî ye. Lê wî bersiva hemû pirsan da.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"JINEKA HINDÎ NAVÊ KURÊ XWE DIKE MAMO"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak qala bîranînek balkêş dike. Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Malbateke ji Kirkisrakê li Almanyaye jiyan dike. Cîraneka wan ê Hindî hebûye. Tevî ku demek dirêj zewiciye û gelek dermanan girtiye lê nikarîbûye zarokan bîne dinyayê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Rojekê, malbata Kirkisrakî ji cîranê xwe re dibêje, 'Tu bawer dikî?' Jinikê gotiye: 'Erê, ez bawer dikim.' Malbata Kirkisrakî gotiye: 'Ger ez hinek axa ji gora Mamkî Kosa bidima te, tu dikarî wê bi avê vexwî û miraza xwe bixwazî?' Jinikê bi kêfxweşî qebûl kiriye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Demek derbas bûye û jinê ji cîrana xwe re gotiye: \"Ez ducanî me.\" Paşê kurekî wê ji dayik bûye.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak agahiyek balkêş parve dike:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Jineka Hindî ye. Wê erdnîgariyê nedîtiye. Gel nasnake lê navê kurê xwe dike Mamo. Piştre pere şandiye da ku loqmaya xwe parve bike. Li Tirba Mamkî Kosa qurbanekê dikin û goşt li mirovan belav dikin.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"XWESTEKA BÛKA JI GURUNÊ"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ev mînak çi nîşanî me dide? Ev mînak ji me re dibêje: Li ser her ziyaret û ewliyayan bêhejmar çîrokên jiyankirî hene û pêwîste em van çîrokan berhev bikin. Elif Tabak mînakak cuda jî parve dike."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li gorî vê çîrokê, malbatek ji Gurunê di xevna xwe de Tirba Mamkî Kosa dîtiye. Demekê dirêj bûye ku bûka wan bêzarok maye. Malbat û bûk serdana tirbê dikin. Malbatek xwende ye. Zanîngeh xelas kirine û li ser karê xwe ne."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Piştî serdana wan bûk ducanî dibe. Elif Tabak dibêje: \"Bûk dibêje: Ez zarokê xwe li tirba Mamkî Kosa bînim dinyayê. Bûkê dixin erebeyekê û tînin wir. Li pişt gora Mamkî Kosa, jin di hundirê erebeyê de zarok aniye dinyayê.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780815914817-9c06a229-20ef-41c8-aa9e-daaa1e0d95b8.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Elif Tabak,li gundê Mamkî Kosa bi Ali Duman (ji çepê) re diaxive."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"ALİ DUMAN: LI GUND HER MAL MALA ME Û HER JIN DAYÎKA ME BÛ"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Elif Tabak li gundê Kirkisrakê bi Ali Duman re axiviye. Duman îro li Kanadayê jiyan dike. Ali Duman Mamkî Kosa nedîtiye lê jiyan û fîlozofiya ku wî ava kiriye dîtiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Duman qala zarokatiya xwe kiriye û gotiye: "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Li gund her mal mala me bû. Em li ber kîjan derî dilîstin dayîka wê malê dayîka me bû. Ger dema xwarinê ye, me li wê malê zikê xwe têr dikir. Ev rastî, jiyanek pir hêja û taybet e. Tu her malê gund wekî mala xwe û her jina gund wekî diya xwe dibîne. Ev hestekê bêhempa ye.\""}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar