Bawerî

Kevneşopiyek Otantîk: Çil Derxistin

Me li Parîsê Ramîna Alî Hewrî û Mana Mala Olcên guhdarî kir û em fêrî kevneşopiyek a otantîk bûn. Çi ye ew? Çil derxistina zarokan.

22ê gulana 2026an2 dk
Kevneşopiyek Otantîk: Çil Derxistin
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Ramîna Alî Hewrî"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":", Paris. Foto: Firaz Baran. Xaltîka Ramîna ji gundê Şoylon (Markaz-Pazarcik) e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran – Paris"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kurdên Markazê (Pazarcik) li Ewropayê kevneşopiyek otantîk diparêzin. Ev kevneşopî merasîma roja çile a zarokane. Markazî ji vê merasîmê re dibêjin \"Çil Derxistin\"."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gelo ev merasîm çawa dibe? Em çûne paytexta Fransa Parîsê û em bi Ramîna Alî Hewrî û Mana Olcên re li ser çil derxistinê axivîn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Xaltîka Ramîna got, "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Neviyên min li Parîsê ji dayîk bûn. Min çilêya wan derxist.”  "},{"type":"text","text":"Zarok û bûkên wê şad bûne. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Spasiya dayika xwe kirine ku vê kevneşopiyê zindî hiştiye û fêrî wan jî kiriye."},{"type":"text","text":" Ramîna Alî Hewrî li ser merasîmê dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Berê salname tunebûn. Her sibe dema ku em şiyar dibûn me girek li dergûşê girê dida. Me çil gira li dergûşê dipêçand. Roja gira çilemîn me merasîm li dar dixist. Dayik li ser sêpayek rûdinişt û zarok jî hembez dikir. Jinekê pîr û gihîştî dihat. Wê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"derzî, nan û pêlav li bêjikekê dixist. Ava şîragerm amade dikirin."},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" Bêjikê li ser serê dayîkê dadixistin. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Jina pîr 40 hasik ava şîragerm li ser wê bêjikê dikir û her car gotinek digot."},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Hinek gotin wisa ne:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" Çil çile pisikan e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile maran e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile guran e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile stêrkan e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile erd û ezman e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile mişkan e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile mirovan e.”"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gelo çima qala maran, guran, stêrkan dikin? Xaltîka Ramîna dibêje: "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"“Sawê kû çilî xwe here. Çileya wan hev nakeve."},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" Min ev merasîm ji bo hemû zarok û neviyên xwe li dar xistiye.”"}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1779430971046-f7e05974-0d8b-4b70-b1f7-60aea97c775a.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Mana Mala Olcên"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":", Paris. Foto: Firaz Baran. Xaltîka Man ji gundê Walpirçkon (Pazarcik) e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di heman demê de ez bi Mana Mala Olcên re, ku di sala 1935 de li Markazê ji dayik bûye axivîm. Xaltîka Man ji gundê Walpirçkan a Markazê ye. Ew jî qala bêjike û ava şîragerm dike. Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Ez neynik, şeh û meqesek didim ser bêjikê û bang dikim:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile însên e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile daran e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile kurm û kezan e"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çil çile jinan e.”"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Gelo çima dibêjin “Çil çile jinan e”?"},{"type":"text","text":" Xaltîka Man wisa bersiv dide: "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Carna çileya jinan hevdiket. Ango carna di heman gundî de du zarok di heman hefteyê de ji dayîk dibûn. Gava ku dayîkên wan zarokan hevûdu dibînin derziyên xwe diguherin. Ji ber vê yekê çil hevnediket. Zarok û dayîk nexweş nedibûn.”"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Xaltîka Man piştî merasîmê neynik, şeh, meqes û nanek tîne. Wan dike nav cawekî. Ew wî tiştî dixe bin balîfê zarok. 20 roj li wê derê disekinin. Xaltîka Man axaftina xwe wisa xelas kir: "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Heya ku zarok rabe ser lingan ez neynikê ji bin balîfê dernexim.”"}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar