Cih û War

Gola Mizmilliyê Çawa Zuha Kirin?

Heya sala 1957an li Pazarcikê golekê mezin hebû. 20 km dirêj û 10 km fireh bû. Ev gola mezin dewletê zuha kir. Sed hezar çûkên koçber bêwar man.

7ê nîsana 2026an4 dk
Gola Mizmilliyê Çawa Zuha Kirin?
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Îro ji wê gola mezin tenê perçeyek biçûk maye..."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Firaz Baran"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"A- Pêkhateya Fizîkî ya Golê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gola Mizmilliyê li Pazarcıkê bû. 20 km dirêj û 10 km fireh bû. Xeta peravê golê jî avzêmk (lîtav) bû. Hikûmeta Merderes ev gol û avzêmk ziwa kir."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Golê li gundê Pulyan dest pê dikir û heta Çoçalon (Çöçelli) dirêj dibû. Firehiya wê jî ji gundê Pulyan heta bajarokê Ewirliyê diçû."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gol ziwa kirin û 32.000 donim erd li gundên derdora golê belav kirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"B- Populasyona Heywanan"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gol malovanê masî, berazên kovî, gamêş (camis), çeqel, kûçikên avî, ordek, qaz, sedpê, mar, dûpişk, rovî, kêvroşk, kew û mêşan bû."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Her wiha, her sal di meha Adar û Nîsanê de 100.000 çûkên koçber ên cureyên cûda dihatin. Ev çûkên koçber di dawiya Nîsanê de ber bi deverên din ve diçûn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Zuhabûna Gola Mizmilli û birîna daristanên derdorê nifûsa ajalan li Pazarcıkê kêm kiriye. Bi taybetî berazên kovî, gamêş, masî û çûkên koçber ji herêmê derketine."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"C- Çanda Qamîşan a 8500 Salî"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Wekî din, kolandinên arkeolojîk ên li Domuztepe îspat dikin ku rûniştvanên Pazarcıkê ev bûye 8.500 sal qamîşan bi kar tînin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Qamiş ji Gola Mizmilliyê derdixistin. Dirêjiya wan digihîştin pênc metreyan. Ev qamîş li ser banên axê û stargehên ajalan belav dikirin û dûv re bi axê xurt dikirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li der û dora golê nêçîrvanî jî navdar bû. Çîrokên \"Bayramê Neçîrvan\" nîşana vê yekê ye."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1776529180959-116b5ec9-1ec1-4545-aa61-e9c2a678df0e.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Gola Mizmilliyê. Rewşa îro."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"D - Sê Kanal Çêkirin"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di sala 1950an de Adnan Menderes bû Serokwezîr. Di heman salê de, Hikûmeta Menderes biryar da ku Gola Mizmiliyê û avzêmkê zuha bike. Hikûmetê got: \"Em ê gol û avzêmkê zuha bikin û axa ku jê derkeve li gundên derdorê belav bikin.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Hikûmetê di sala 1953an de dest bi zuha kirina golê kir. Ji bo vê armancê, sê kanal kolandin. Kurahiya û firehiya wan jî 4 metre bûn. Navê kanalan Bağlama (li kêleka gundê Çoçalan e), Mizmilli û Taşbiçme (navekî din ê Evri-Ewiriliyê ye)."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ava golê ber bi van kanalan berdan. Her sê kanal li nêzî gundê Emiroğlu dibûn yek û ji wir diherikîn Çemê Avaspî (Aksu), ku ji gundê Damîrçon (Demirçiler) derbas dibe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bi rêya kanalan ava golê vala kirin. Çamir û qamîş man. Çar sal hewildan ku cihê golê bibe ax."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di navbera salên 1953 û 1957an de, mirovan qamîş şewitandin. Balkêş e... Agir heya sala 1959an nesekinî. Sedem qamîş bûn. Kokê wan dibe ku sedan yan hezaran salî bûn. Wekî daran mezin bûn. Damarên wan bi hev ve girêdayî bûn û bi hemû hêza xwe ve bi axê ve girêdayî bûn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"E- Mîh Ketin Kortan"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gol zelal hatibû zuwa kirin. Lê pirsgirêkek din hebû. Ax hîn nerm bû û rûnenîştibû. Sala 1970 êdî ax rûnîştibû. Ava golê zuwa kirin lê beşek girîng jî çûbû bin erdê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Baş e... Çandinî kengî dest pê kir? Ew li deverên hişk di sala 1957an de dest pê kir. Ji sala 1960an û pê ve, hema hema hemî axa golê hişk bû û ji bo çandiniyê guncan bû. Lê agir li gelek deverên erdê heta sala 1970an berdewam kir."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Göksungur, kurê Nosirî Qûmêş ji gundê Pulyenê Jeri, li ser vê mijarê dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"\"Li hin deveran agir heta sala 1970an venemirî. Li deverên ku ax bi tevahî rûniştibû me çi dît? Te 50-60 cm erd dikoland û ava cemidî derdiket. Li avzêmkê ketibû bin erdê. Li aliyekî agir hebû, li aliyê din jî ava cemidî."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ez tînim bîra xwe… Di sala 1965an de, pezên gundiyên me di nav kortên avzêmkê de winda bûn. Hin ji wan di nav kortan de şewitin. Piştre ax rûnişt û avzêmk û gol bû dîrok. Di salên pêşîn de, cihê golê axa xalî bû. Lewma me ji cihê gola hişk kirî re digot \"Xalî\". Em îro wisa binavdikin. Ew axa xalî mîna ard bû. Piştre bû axa bi humus. Berhemeke pir baş dida. Niha ew veguheriye axa gil.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"F- Erd li kîjan gundan hat belavkirin?"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di sala 1957an de gundiyan dest bi çandina genim kirin. Di Îlon û Cotmeha 1959an de Hikûmetê tapûyên erdê belav kirin. 32.000 donim erd peyda bû. Axa golê dan gundên jêrîn:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Pulyone Jêri (Pulyanlı),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ûson (Cennetpınarı),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Hamiskon (Hamzikanlı),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bêzon (Bezolar),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kelon (Kelolar),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Osmandede,"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ördekdede,"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Abdalon (Abdallar),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Mizmilli,"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Çoçalon (Çöçelli),"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kulxêş Qarahûg (Karahöyük) û "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ewirli (Taşbiçme, Evri)."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Erdê wiha dabeş kirin: Zewacên nû 20 donim girtin. Malbatên bi du zarokî 22 donim, yên çar zarokî 24 donim, yên şeş zarokî 28 donim û yên heşt zarokî 30 donim wergirtin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kesekî ku 20 donim werdigirt salane 25 lîre da dewletê. 25 sal her sal 25 lîre dane û piştî wê erd kete destê wî."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Têbinî: "},{"type":"text","text":"Me agahiyên nivîsê ji Nosire Olî Qumêş (1929 ji dayîk bûye), Îwe Olî Qumêş (1932 ji dayîk bûye) û Alî Göksungur (1954 ji dayîk bûye) wergirtiye. Em spasiya wan dikin."}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar