Koç

Qertalên Markazê Çûna Ku?

Qertal bi piranî koç nakin û li heman cihî dijîn. Heta sala 1960an, cureyên cûda yên qertalan li gundên Qamikan, Gonîg, Rîvon, Gawirgol û Dî Mûse jiyan dikirin. Îro pir kêm in, hema tu bêje tune ne! Sedema vê çi ye? Çima qertalan, mîna me, hêlînên xwe berdan û koç kirin? Fîraz Baran lêkolîn kir.

3ê hezîrana 2026an4 dk
Qertalên Markazê Çûna Ku?
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Aquila Chrysaetos... "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ew li deverên asê, kevirî û daristanî û bi taybetî Çiyayê Engîzekê jiyan dikirin. Piştî ziwabûna golan û kêmkirina daristanan, hejmara wan kêm bûn. Lê agahiyek baş e, ew li herêmê îro jî hene."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Berê li ezmanên Markazê (Pazarcik) qertal difiriyan. Wan hêlînên xwe li ser kevirên bilind an jî di nav daristanan de çêdikirin. Bi nêçîra çûk, masî, mar û simbolekan xwarina xwe peyda dikirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Pêşî, em hin ji cihên ku qertal hebûn binivîsin:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"GONÎG - KAVRÎ SÎSOLIK"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li gundê Gonîgê (Bozlar), navê warekî Kavrî Sîsolik (Kevirê Sîsolik) e. Ew kevirêkî 500 metre bilind e û li Çiyayê Qisiq e. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Sîsolik cureyekî qertalên spî ye. "},{"type":"text","text":"Heta sala 1960î \"Sîsolik\" li vir hebûn. Piştî sala 1960an koç kirine. Balkêş e... Qiraxên vî kevirî jî spî ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Tê bêje, cihê Kavrî Sîsolikê bi taybetî hatiye çêkirin. Ew rast li devê çemekî ye û ava ji çem wekî şelaleyekê di nîvê kevir de diherike. Herikîna avê dema ku baran dibare an jî dema ku berf dihele zêde dibe. (1)"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Alê Kökseçen dibêje, \"Ger mijarek pir tevlihev bûya, diya min digot: 'Mina hêlîna sîsolik e ye.\". (2) Ev agahî nîşan dide ku qertal hêlînên xwe li cihên ku kes nikare wan bibîne çêdikin."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780526154131-8ab16a7d-5a2c-4221-be2e-0fc17f69e442.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Pirtûka min a bi navê \"Pazarcık\" cara yekem sala 2012an hate weşandin. Di çapa yekem de li ser berga pirtûkê wêneyekî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Musa Taş "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"hebû. Taş, sala 1985an li zozanên Engizekê wêneyek tomar kiribû. Ev çapa duyem e. Sala 2017an "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Weşanxaneya Mezopotamyayê "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"çapkir. Weşanxaneyê ev wêneyê ku hûn dibînin da ser bergê. Wêne "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"İbrahim Mengütay"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" tomar kiriye. Di wêneyê de "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"\"Kavrî Qartêl\" (Gundê Qamikan) "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"tê dîtin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"QAMIKAN - KAVRÎ QARTÊL"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gundê Qamikan, li kêleka navenda bajarê Pazarcikê ye. Li gund kevirekî mezin heye. Jê re dibêjin \"Kavrî Qartêl\"."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li Pazarcikê avakirina bendavekê dest pê kiriye. Xwestine ku ava Çemê Avasipiyê (Aksu) li bendavê tomar bikin. Kavrî Qartêl vê armancê asteng kiriye. Endezyar di vî kevirê mezin de kunan vedike û ava çemê tîne cihê bendavê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Wî pirs kiriye, \"Ma navekî vî kevirî heye?\" Gundiyan gotiye, \"Kevirê Qartêl e.\" Piştre endezyar raporek ji Enqerê re nivîsandiye û pêşniyar kiriye: \"Bila navê bendavê bibe Bendava Kartalkayasi\". Ev pêşniyar pejirandine. Îro navê bendavê wisa ye. Berê qertalan li wir jiyan dikirin."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780530160315-9d4716b6-1a1e-4066-b2b2-cfac565dfdf6.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Circaetus Gallicus. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Herêma Pazarcixê xwedî nifûseke dewlemend a mar û xijendeyan bû. Circaetus gallicus heta salên 1960î bi hejmareke pir zêde li herêmê hebûn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"LI DÎ MÛSE Û RÎVON"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Li Dî Mûse"},{"type":"text","text":" warê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Banê Kavrî Qartêl\"(3) "},{"type":"text","text":"û li "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Rîvon jî (mezraya Gundî Deva) (4) "},{"type":"text","text":"warê \""},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Kavrî Helîne\" "},{"type":"text","text":"hebû. Li van her du waran hêlînên qertalan hebûn. Mirovan nikaribûn hilkişin ser Kavrî Helîne. Ji ber ku kevirekî pir asê û li nîvê çemê ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"QERTALAN ÇIMA MARKAZÊ HILBIJARTIN?"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bersiva bingehîn a vê pirsê ev e: Heta sala 1960an, sîstema av û daristanê li erdnîgariya Pazarcikê pir dewlemend bû. Li cihê ku av û daristan hebûn cureyên cûda yên ajalan jiyan dikirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Çiyayên Pazarcikê bi tevahî daristanî bûn. Ji sala 1930an û pê ve, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"dewletê bi awayekî sîstematîk ev daristan tune kir. "},{"type":"text","text":"Çima? Du sedem hebûn:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"1- "},{"type":"text","text":"Dewletê daristanan ji holê rakir û li çiyayan dest bi derxistina madenan kir. Heta sala 1990an krom derxistin. Niha ji bo kargehên çîmentoyê marn, axa gil û kevirê kirêcê derdixe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"2- "},{"type":"text","text":"Kurd ji daristanê hez dikin. Yek ji armancên dewletê ew bû ku Kurdan mehkûmî bi çiyayên tazî bike. Lê, dewletê bi zanebûn hin deverên daristanî parast. Li van deveran, li şûna yên ku birî darên nû çandin. Armanca xwe firotina êzingan, pêdiviya mobîlya û çêkirina avahiyan bû."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780530879520-aa80a13a-ed2c-49fe-bf13-b07545b5302e.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Haliaeetus Albicilla. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Li golên Gawirgol û Mizmilliyê nêçîra masî û çûkan dikirin. Ew mezintirîn cureya qertalên li "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Kurdistan, Ermenistan û Anatoliyê "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"bûn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"ÇAWA KU GOL HIŞK BÛN"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li Pazarcikê du gol û avzêmkên sereke hebûn. Mizmillî û Gawirgol. Mînak gola Mizmillî 20 km dirêj û 10 km fireh bû. Di Adar û Nîsanê de sed hezar çûkên koçber li vir kom dibûn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li gorî lêkolînan "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"li gola Mizmillî û Gawirgolê 230 cureyên çûkan jiyan dikirin."},{"type":"text","text":" Ev her du gol ji bo qertalan du cihên sereke a nêçîrê bûn. Li Pazarcikê ev du golên sereke û avzêmkên biçûk a li cihên cuda dewletê û gel hişk kirin. Dema ku li erdnîgariya Pazarcikê cihên bi avî zuwa bûn, heywanên ku li wir jiyan dikirin koç kirin û çûkên koçer nehatin. Ev bû sedem ku qertal koç bikin."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780529958483-482555cc-fe78-48ed-88c2-5cbe706230a1.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Aquila Heliaca. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Taybetî li Gawirgol û Mizmilliyê bi rêk û pêk kurk diketin. Her wiha li deşt û cihên bi avî li ser darên kevn jî kurk diketin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"ÎLACKIRINA ÇEWT"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Sedemeke din a ku qertalan ji herêma me derketine ev e: Piştî sala 1960î dewletê bi balafiran zeviyên genim îlac dikir. Dixwestin \"kêzikan ji holê rakin û pêşî li nexweşiyên nebatan bigirin.\" Lê ev rêbaz zirar da qertalan."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Bi kurtasî: "},{"type":"text","text":"Ji ber "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"wêrankirina cihên avî û daristanan û bikaranîna xelet a dermanên kêzikan"},{"type":"text","text":", QERTALAN HERÊMA MARKAZÊ (PAZARCIK) TERK KIRIN û mîna me, ji bo dîtina cihekî ji bo çêlikên xwe koçî deverên cuda kirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Çavkanî"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"1- Min agahiyên li ser Kavrî Sîsolik ji İbrahim Şenpınar (ji gundê Gonîgê ye) wergirtiye. Min di sala 2015an de li ser cih û warên gund pê re hevpeyvînek çêkir."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"2. Min di sala 2018an de li Kolnê bi Alê Kökseçen re hevpeyvînek çêkir."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"3. Agahî, ji gundê Dî Mûse Hasan Alcı dan."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"4. Agahî ji Gundî Deva Ökkeş Nagaş dan."}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar