Lêkolîn: Mutbexa Elbistan û Pazarcikê
Ji hêla mutbexê Elbistan û Pazarcik xwedî çandeke pir dewlemend e. Xwarin, selete, şîrînî û giya û fêkiyên ku em ji bo zivistanê hişk dikin pir in. Ji bo belgekirina çanda xwe ya mutbexê me gelek hevpeyvîn kiriye, reçete ji hostayan wergirtiye û li ser çavkaniyên nivîskî lêkolîn kiriye. Heta niha me agahiyên 200 gotaran berhev kiriye. Em ê van hêdî hêdî li ser malpera xwe, www.maraskurtleri.com parve bikin. Em spasiya hemû dost û cîranan dikin, ku alîkariya me kirine. Bi taybetî em spasiya Şêxo Înanma, Songulê Rîvon û Sultan Manay dikin. Her wiha em spasiyek taybetî jî ji bo Îbrahîm Mengütay dikin. Ew li Pazarcikê gund bi gund geriyaye û kêliyên têkildarî çanda mutbexê bi wêneyên (Foto) xwe belge kiriye. Carinan dibe ku mirov pê nehese, ku ew çiqas lêkolînek girîng dike. Lê di pêşerojê de, wêneyên wî dê bibin bîranînên girîng.

