Dayika Dar
Şaredariya Kielê û Wezareta Jinan a Eyaleta Schleswig-Holsteinê ji bo Ayşe Fehimli kartpostalek çap kirin. Fehimliyê wekî "Dayika Dar" bi nav kirin. Em çûn Kielê û me bi Fehimli re hevpeyvînek kir. Me çîroka Fehimliyê nivîsand...
12ê hezîrana 2026an5 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Kartpostala ku ji bo Ayşe Fehimli hatiye çap kirin... "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Kartpostalê Şaredariya Kielê û Wezareta Jinan a Eyaleta Schleswig Holsteinê amade kiriye. Fehimliyê hêjayî bi navê \"Dayika Dar\" dîtine."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Kiel"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ewropî kesên ku bi karê xwe heyranî û hêz didin mirovan hêja dibînin. Bi rûmet kirinê xelatê dilê wan mirovan şad dikin. Bi navê wan kartpostalan çap dikin. Ev kevneşopiyek a Ewropayê ye. Kartpostalek ji bo Ayşe Fehimli hatiye çap kirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Fehimli, ku îro li Kielê (Almanya) dijî bi xwe ji Markazê (Pazarcik) ye û li gundê xwe wekî Aşko Karrê Bage tê nasîn. Wê li ser çîroka kartpostalê got:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Sala 2006 bû. Şaredariya Kielê û Wezareta Jinan a Eyaleta Schleswig-Holsteinê navê 'Dayika Dar' dan min û bi hev re ev kart amade kirin û li seranserê Almanyayê belav kirin. Ji ofîsên hikûmetê, şêwirmendiyê, parêzer û bijîşkan re şandin. Tenê li eyaleta me, Schleswig-Holsteinê, 5 hezar kopî belav kirin.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Almanan ji bo Ayşe Fehimli gotine: \"Ew dişibe dara berûyê.\" Fehimli sedema vê wiha rave kir:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Dibêjin ez temendirêj û bihêz bûme, mîna dareke berûyê. Dara berûyê di dîroka Almanyayê de cihekî girîng digire. Dara wê xurt e; bi hêsanî naşkê. Dema ku bi dara berûyê mobîlya çêdikin, ew bi sedan salan xera nabe.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ayşe Fehimli li Kielê wekî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Sozialarbeiter û Wergêra Sondxwarî"},{"type":"text","text":" xebitiye. Dîsa 25 sal wekî rêveber xizmeta Weqfa Rosa Luxemburgê kiriye. Ew bûye endama Meclîsa Bajarê Kielê û di qursên zimanê Almanî de wekî mamoste kar kiriye. Projeyek bisiklêtê ku wê bi hevalên xwe re di dema mamostetiya xwe de pêşxistiye deng daye."}]},{"type":"paragraph"},{"type":"paragraph"},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781241565937-c4f9c6ae-3f33-4e48-81c7-79b4581f35ff.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ayşe Fehimli û Firaz Baran. Kiel. Me bi Dayika Darê re li ber darekê wêne tomar kiriye. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Foto: Kemal Kuzu"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"PROJEYA BISIKLETÊ"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Jineke ciwan a Efxanî di bin baranê de bisiklêtê ajotiye. Xizmên wê bi awayekî fîzîkî êrîşî wê kirine û gotine: \"Ji bo ola Îslamê, piştî 12 saliya xwe jinek nikare bisiklêtê biajo. Guneh e.\" Polîsan ew jina ciwan birine saziya ku Fehimli lê dixebite. Piştre Fehimli û hevalên xwe li ser bûyere diaxivin û fikra Projeya Bisiklêtê pêş dixin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dibêjin: \"Em ê ji bo jinên ku ji welatên Misilman hatine û nikarin bisikletê biajon vê projeyê pêş bixin. Em ê wan fêrî ajotina bisiklêtê bikin.\" Ji ber ew mamosteyê qursa ziman bûne, di nav şagirtan de jinan diyar dikin. Heidelmann, ku wê demê Parlamenterê SPD bûye, piştgirî daye projeyê û 26 bisiklêtên nû peyda kirine."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Piştre jinan fêrî siwarbûna bisikletê kirine. Bi vî rengî hewl dane ku tabûyek bişke. Ev proje paşê li seranserê Almanyayê belav bûye. Wekî din, projeya bisiklêtê ji hêla ekolojî û mirovên xwezaperest jî hatiye pejirandin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"WEQFA ROSA LUKSEMBURG"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Weqfa Rosa Luxemburgê yek ji girîngtirîn weqfên li Almanyayê ye û ji hêla dewletê ve tê piştgirî kirin. Weqf hema bêje li her bajarî şaxên xwe ava kiriye. Ayşe Fehimli yek ji rêvebera weqfê li Kielê bûye. Wê 25 salan xizmeta Weqfa Rosa Luxemburgê kiriye û bûye berpirsa darayî ya weqfê li Kielê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Fehimli, ji bilî xebata xwe ya polîtîk û civakî, salên dûr û dirêj ji bo dabara zarokên xwe xebitiye. Bi nimûne, di navbera salên 1995 û 1998an de bûye "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Wergêrek Sondxwarî "},{"type":"text","text":"ya bi zimanên Almanî, Tirkî û Kurdî û alîkariya gelek kesan kiriye."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781241584802-bb257a89-3a1b-4e13-b44e-e0cb38c75a43.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Navenda Weqfa Rosa Lüksemburg, Berlîn"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"NIVÎS BI TIRKÎ YE. WERGER A WÊ TÊ KIRIN"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"DAMEZRÎNERA NAVENDA DERMANKIRINA ÎŞKENCEYÊ"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Salên 1990î serdemeke aloziyên cîhanî bû. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Yugoslavya "},{"type":"text","text":"hilweşiya û şerekî navxweyî dest pê kir. Gelek "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"welatên Afrîkayê "},{"type":"text","text":"di bin desthilatdariya leşkerî ya domdar de bûn. Dewleta Tirkiyeyê gundên "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Kurd"},{"type":"text","text":"an valakirin û bi sed hezaran kes neçar man ku birevin Ewropayê. Herikîneke mezin a penaberan ji van welatan gihîşt Almanyayê. Di wê demê de, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Navendeke Dermankirina Îşkenceyê "},{"type":"text","text":"li Almanyayê hatiye damezrandin. Ayşe Fehimli di nav damezrîneran de cih girtiye. Wê ji bo xebatên Navendê ev agahî dan:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Kesên ku îşkence dîtine li vê navendê derman dikirin. Trawmaya psîkolojîk kişandibûn. Me alîkariya wan dikir. Di nav "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Misilmanên Yugoslavyayê "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"de kesên ku rastî tecawizê hatibûn hebûn. Me piştgirî da wan. Me her wiha alîkariya "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"gelek jin û zarokên ji Erître, Somalî û Etiyopyayê"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" kir. Ew rastî îstîsmar, tecawiz, tundûtûjî, xizanî û şer hatibûn. Kurd dihatin. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Ji ber ku me bi Kurdî dizanibû, me ji bo bijîşkan wekî wergêr kar dikir. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Di wê serdemê de min bi gelek mirov nas kirin û min çîrokên wan guhdarî kir. Îro gelek kes min dibînin û dibêjin: 'Tu wergêrê min bûyî. Te piştgirî da me.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781241772390-a02cbe6c-9ffc-4041-97b9-57054c153a56.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ayşe Fehimli di sala 1957an de li Markazê (Pazarcik) ji dayik bûye. Sala 1977an hatiye Almanyayê. Di sala 1991ê de bi sê zarokên xwe ve mala xwe bar kiriye û li bajarê Kielê bi cih bûye. Îro jî li Kielê jiyan dike."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"DI NAV AVAKIRINA DIE LINKEYÊ DE CIH GIRTIYE"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ayşe Fehimli, ligel van xebatan, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"bûye endama SPDê "},{"type":"text","text":"û xebata polîtîk kiriye. Di sala 2005an de, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Qanûna Harzt IV "},{"type":"text","text":"li Almanyayê nîqaşeke tund derxistiye holê. Malbatên xizan dê ji vê qanûnê bi awayekî neyînî bandor bûye. Di heman salê de, qanûn bi piştgiriya hevbeş a SPD û Partiya Keskan di parlementoyê de hatiye pejirandin. Ev yek bûye sedema nîqaş û dubendiyên mezin di nav SPDê de. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Nêzîkî 100,000 endamên SPDê ji partiyê îstifa kirine."},{"type":"text","text":" "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Fehimliyê jî ji SPDê îstifa kiriye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kesên ku îstifa kirine tevlî rêxistineke bi navê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Wahlalternative Arbeit & sozaile Gerechtigkeit (WASG) "},{"type":"text","text":"bûne. Avakar û Serokê wê jî Oskar Lafontaine bûye. Ev rêxistin paşê bi partiya sosyalîst "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"PDS "},{"type":"text","text":"re bûye yek û bi rêya kongreyekê partiyeke nû ava kirine. Ev partî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Die Linke "},{"type":"text","text":"ye, ku îro jî yek ji partiyên girîng ên Almanyayê ye. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ayşe Fehimli jî di qonaxên damezrandina Die Linke de cih girtiye. "},{"type":"text","text":"Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"La Fontaine wê demê ji SPD, ango ji serokatiya Schröder derketibû. Wî digot ku rêbazek din a ramanê mimkun e. Wî Hartz IV qebûl nekir. Ez jî di sala 2005an de tevlî WASGê bûm. Di sala 2007an de, WASG bi PDS re bû yek û bi hev re me Die Linke ava kir. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Ez di nav WASGê de seroka eyaleta Schleswig-Holsteinê bûm. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Di sala 2008an de, hilbijartinên meclîsa bajêr hebûn. Em bi navê Die Linke li Kielê beşdarî hilbijartinê bûn û şeş ji me, tevî min di rêza yekem de "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"ketin meclîsa bajêr. "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Xebata meclîsê heta sala 2013an berdewam kir. Ji ber ku karê min pir bû û pirsgirêkên tenduristiyê derketin beşdarî hilbijartina din nebûm. Di sala 2017an de, ez li bajarê xwe bûm namzeta Parlementoya federal. Lê ez di rêza sêyemîn de bûm û min bi rêjeyek pir piçûk winda kir.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"*Min ev hevpeyvîn di sala 2019an de li bajarê Kielê kiriye."}]}]}

